a photo of Reşîd Sofî

Reşîd Sofî

Biken Gula Çilmisî

Biken gula çilmisî Me be yara her kesî Ew kes ên te dixwaz in Li ser te tim bi gaz in Li ser te tim bi gaz in Bibe dosta kes ê rind Xweş bike bajar û gund Mebe dosta hirç û hov Biken ser qerac û şov. Serî hilde li ser dîlav Neçî li ser ciya û av Em hemî bi xûna xwe Avdin kok û reh ên te Biken gula çilmisî Me be yara her kesî Ew kes ên te dixwaz in Li ser te tim bi gazin

Bêjebêje © 2015-2024