the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Reşîdê Baso

Bavê Îpekê

Were lol o, were lo lo, were lo lo, were lo lo, were lo lo A de were lo lo, were lo lo, were lo lo, were lo lo Wî lo bavo bejna Bavê Îpekê zirav egul e gula bêrîvanê Hey lo keko, bejna Bavê Îpekê zirav e gul e gula bêrîvanê Hatiye pey Bavê Îpekê min têla Mûşê, keko w Ezirganê way Were wî lo bavo, kekê têlê hatiye pey Bavê Îpekê, di kela Mûşê Were lo lo w Ezirganê Destê Bavê Îpekê mi girtin berê wî dane Taşxana rengîn, qala Ezirganê, sed û yek sal gune danê Were lo lo, were lo lo, were bavo oy oy Wî lo bavo sed û yek sal gune danê Bimrim ha bimrim, bimrim, bimrim, bimrim, nemînim De wezê ditirsim Bavê Îpekê xwe careke din saxî ber çevê xwe nevînim Were lo lo, were lo lo, were lo lo, oy Were lo lo, were lo lo, were lo lo, were lo lo, were bavo Bejna Bavê Îpekê mi gul e gula berbiro ye Vê sibê derê mala Bavê Îpekê mi têye dengê borî boristanê, na tê sewta delîqaza ye Wî lo bavo na wele tê sewta delîqaza ye De vê sibê destê Bavê Îpekê mi girtin berê wî dane Taşxana rengîn, qala Ezirganê Îşev êvar da mala qonaxa wî bûye mala kirîvê, lê lê lê lê wî Şêgo ye û were lo lo were bavo Were lo lo, were lo lo, were lo lo, were lo lo, were bavo Wî lo bavo, ne mi go bejna Bavê Îpekê mi zirav e Gul e gula nava ketê, were lo lo, were lo lo Wî lo bavo, ne mi go gul e gula nava ketê hatiye pey Bavê Îpekê mi têla Mûşê ye Ezirganê A Cemîlê lê lê dewletê, were lo lo, were lo lo, were lo lo A wele bavo ne mi go Bavê Îpekê mi ne deyndar bû ne xwîndar bû De divê ewî devliken bû, ewî tenê berê wî dane A defê lê lê dawetê, were lo lo, were lo lo, were bavo oy oy

Bêjebêje © 2015-2024