the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Reşîdê Baso

Bavê Ûsiv Begê

Axayo gurba, malê me danîne eslanîya xopan devê belekya Xezal xanimê, korê nemayê, rabe emê vê sibê temaşekin qeyd û zincîrê van girtîya Feleka bavê Ûsiv, syarê Gewiro felekeke pirr girane Nava hezar hevsid malê hesinîyada welgeryaye Axayo de nabe, de nabe, êla hesinya girane, bêy te nabe Sal zeman xirabe, Ûsiv zarre pê hil nabe 21 Axayo qurba, malê me danîne li zozanê eslenîya xopan devî golê Mîratê Gewiro vê sivê derê golêya ketiye mistekolê Xezal xanimê korê nemayê Xwezila xêra xudê, mîrê mirazara bavê Ûsiv, syarê Gewiro, neyî nexweşeya li nivînê Bira girtî bûya, destê wî bigirtana bidana welatê Alî osman, Siltan Hemîd kambaxa vê Sitembolê Axayo qurba, malê me danîne eslanya xopan li vî çîyayî Xezal xanimê, korê nemayê, serra girtîye ewire, nave sayî Xwezila xêra xudê, mîrê mirazara, bavê Ûsiv, sîyarê Gewiro nava koma pizmamada bigerya xêr û şayî Axayo de nabe, de nabe, êla hesinya girane, bêy te nabe Sal zeman xirabe, Ûsiv zarre pê hil nabe

Bêjebêje © 2015-2024