the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Reşîdê Baso

Berojê Kavira

De hayê, hayê, wayê, hayê, wayê, hayê, wayê de wayê hê hê way kewê oy oy oy Ax de wayê, Berojê Kavira ha dilê mi ra kanî kanî De bira roja ne xana Xwedê be Wexta Kekê Selîm siyarê Sebrê wey lo keko way lê danî, oy oy A de Kekê Selîm siyârê Sebrê wa lê danî De çima vê êvarê konekî reş î rişîmaleke çîte kete nava kona xweya mîrate danî A de wayê, wayê, wayê, wayê, wayê, wayê Lê dayê Berojê Kavira dinêrim, divêm mal bi xwedî Hay lo wa keko way berî ketê, de hay hay berî ketê De wexta Kekê Selîm siyarê Sebrê li mal siwar bû Wey lo keko çima oxirê sebir ketê Were wî lo bavo, oxirê sebir ketê Ay de divê gulekê berî bedena Kekê Selîm siyarê Sebrê dane Lêj kirine govekê goveka vê sihetê oy oy oy oy oy Ax de wayê, wayê, wayê, wayê, wayê, wayê Wî lê dayê, ez ê vê sibê Berojê Kavira divê were yan e, li me yan e A de mi go Berojê Kavira yan e li me yan e De divê bira roja ne xana Xwedêyo be Kekê Selîm siyarê Sebrê Berê xwe daye koma bira pismaman e De divê bira pismaman e De çima vê sibê gulekê berî bedena kekê Selîm siyarê sebrê dane Vê sibê me qedandine dengê dengbêja na wele ser da tilî pêçiyê bilûrvana, oy oy oy

Bêjebêje © 2015-2024