Reşîdê Baso
Delan e
Delan e, Delan e, Delan e, Delan e, Delan e, Delan e, Delan e
Lo bavo ne ba ye, ne baran e, ne mij e, ne dûman e
Şerê êzîdiya û kafirê van romiyan e
Delanê xwînê, heriyê û avêtiye zengê, menegiyan e Delan e
Delan e, Delan e, Delan e, Delan e, Delan e
Delan e, Keşîş Pala sê denga kire gazî, gelek ez te rabin
Vê sibê şerê serê xwe reş kin, şotê daynin
Wem ê berê xwe bidine şer e
Delalê ber çevê me bûye mij dûman e, dûman e, dûman e
Delan e, Delan e, Delan e, lo bavo Delan e, oy oy oy
Wey lo bavo Delan e, Delan e, Delan e
Delanê wezê Delana wêran dinêrim
Dilê mi ra wê bi kevkar e, de wê bi kevkar e
Vê sibê Deşta Delanê mîratê Nijdî çima sekiniye, bi Keşîş Pala da narenar e
Delan e, Delan e, Delan e
De divê mîratê Nijdî bi Keşîş Pala da narenar e
Şede şûdê keşîş Pala gelek in gelek hene
Serê meydanê destê xwe jêkirî serê pênsed mêrê dewrêşî meclîsê bi por e
Delan e, ma bavo Delan e, Delan e, Delan e
Lo bavo Delan e, ne ba ye, ne baran e, ne mij e, ne dûman e
Şerê êzîdiya û kafirê van romiyan e
Delanê xwînê heriyê û kêmê edayê avêtiye zengê menegiyan e
Keşîş Pala sê denga kire gazî, gere ez te rabin
Vê sibê por û guliyê xwe kur kin
Şarê serê xwe reş kin, şotê daynin
De wem ê berê xwe bidine şerê Delanê ber çevê me mij û dûman e
Dûman e, dûman e, dûman e
Ax Delan e, lo bavo Delana wêran dinihêrim li Miçongê Şêsa Xwedê hiştî
De divê mertala qolepizî ser mi ra bûye bar û piştî
Şade şûdê Miçongê Şêsa geleke gelek hene
Deşta Delanê çima vê sibê bûye notlanî marekî nîvkuştî
Delan e, Delan e, Delan e, lo bavo Delan e
Wey lo lo bavo Delan e
Wezê vê sibê bala xwe bidime Delana kavil çima dilê mi ra devê li avê ye, de li
devê avê ye
Vê sibê rabe pişta Miçongê Şêsa bidine darê dara çinarê ye
De divê pişta Miçongêngê Şêsa bidine darê dara çinarê ye
Mertala pola xwedistirî bavêne milê rastê hetanî divê vê sibê eskerê
A xweziya derbas be delavê avê ye
Xelqê bêje la Miçongê Şêsa sax e rewata dinê ye
Delan e, Delan e, Delan e oy oy
Lo bavo ne ba ye, ne baran e, ne mij e, ne dûman e
Şerê êzîdiya û kafirê van romiyan e
Delanê xwînê heriyê zengê û avêtiye zengê menegiyan e
Keşîş Pala sê denga kire gazî, gere ez te ra bin
Vê sibê por û guliyê xwe kur kin
Şarê serê xwe reş kin, şotê daynin
Wem ê berê xwe bidine şerê Delanê ber çevê me bûye mij e dûman e
Dûman e, dûman e li dûman e