Reşîdê Baso
Felekê
Ax felekê mala xwey şewitî tê dikişî nakişî, hî hî hî hî, lo qe nawestî ay
Eman divê darê kevnegerîneka, ay lo wekestî
Way felekê mala xwey şewitiyê
Gereke meriv îtîbara xwe zar zûlê vî zemanî neyne
Zar notlanî…. ezê rizîm lo pira şikestîm
Were hay felek, way felek
De mi go siyarê felekê li me çûne, lo mane qule
Wey felekê mala xwey şewitiyê
Dilê xelqê ketiye derdê malê dinyayê dinyalikê
Ezê bûme maşûqê bejna bilind lo çavê belek
Wey felekê mala xwey şewitiyê
Qîztî malê bava da ay ay ay lo çiqas xweş e
O de mi go bûktî malê mêra da ho ho ho lo gula geş e
Wey felekê mala xwey şewitiyê de dilê kavilê gunda de
Wexta meriv dikeve der karibê karî mala dive dayîka dergûşê sayê notlanî
Teyrekî refa biqete dûrî xwey xwe dane per û baskê wê, hê hê hê wey lo, weşe
Ay felekê mala xwey şewitiyê
Mi go dilêm hêlûn e, hêlûna hê hê hê, lo teyrê bazî
A de sê kevotkê ser me ra sekiniye nefirî xerîbî, lo kirine gazî
Erê divê felekê mala xwey şewitiyê
eyê kavilî gunda da goştê mi xwariye hestûyê minî rût û tezî, lo çi dixwazî
Were hay felek way felek
Were siwarê felekê li me çûne, lo mane qule
Wey felekê mala xwey şewitiyê
Herkê orta du dila çar çeva da xeberde
Bira felek di malê da bive mêvan lo salê carek
De bira neferê malê bimîne tenê û tek tifalek
Wey felekê mala xwey şewitiyê
Dilê xelqê ketiye derdê malê dinyayê dinyalikê
Ezê bûme maşûqê bejna bilind lo çavê belek