the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Reşîdê Emo

Şîrîn Şêxê

Were de yar yar, de yar yar, de yar yar ax A de de yar yar, de yar yar, malcînarê, ax Şîrîn şêxê mi go geliyê gundê me lê rihan e Kulmalcanê mi go geliyê gundê me lê rihan e Were van rihana ro ro kulîlk dane De bira Xwedê dê û bavê te ra qebûl neke Çawa sala îsal ezê ser erze sebira lê Xwedê dame Were de yar yar, de yar yar, de yar yar ax A de de yar yar, de yar yar, malcînarê lo Wele şîrîn şêxê qurban, baran barî lê ji Xwedê da Kulmalcanê, mi go baran hinkî barî ji Xwedê da, ax De av şêlû bû dilê mi ra lê biniya rê da, ax Bira Xwedê mirazê mirazxwaza bike, mirazê min û şîrin şêxa min jî bike Mala di bavêda Şîrîn Şêxa me dikeve mala lê de bavê wê da ye, ax Were de yar yar, de yar yar, de yar yar ax A de de yar yar, de yar yar, malcînarê ax Şîrîn şêxê qurban, van paş kona lê lê çi digerî, ax Kulmalcanê, mi go van paş kona lê lê çi digerî, ax De were daw û devlinga hilde bila pêda nebe lê av û herî Kulmalcanê, mi go bira pêda nebe lê av û di herî, ax De teyê sala îsal kotî şindokî dewarê mêrê xwe kiriye pişta dêrî Tu çima sala îsal kuştina canê mi digerî Were tew lê lê, tew lê lê, were tew lê lê, tew lo lo, şîrîn canê, ax Şîrîn şêxê qurba, genim sor bûn lê ketin têxê, ax De bira Xwedê qebûl neke Sala îsal zenda morî mircan daye ber serê kotî şindokî dewarî mêra kurmî rêqêxê

Bêjebêje © 2015-2024