Reşîdê Emo
Xezal
Xezal im, xezal im, xezal im, wezê xezal im, xezala çiyangê Weleganê
De mi go devê mi biçêrê, guhê mi şiyar e gundo, lingê mi baş zanê, ax
De mi go sing û berê xezala mi wisan e hesabê berê vê biharê
Xwe ra qolî bikî, kotî şindokî dewarî mêra, çevnebariya dinyalikê qawe kirî
sûcê xwe berdayê hû, ax, wele xwe berdaye xezalê oy oy oy ax
De wezê xezal im, xezal im, wez ê xezala çiyangê bê dar im
Werdek im werdeka golî avî di sar im
Wezê par vî çaxî jina mêrê di çê bûm
Sala îsalî ketime destê kotî şindokî dewarî mêra da formatilekî
Qereqûş beqara kirime nava per û pencê xwe ve girtiye, yeman ez dixarim lo
De xezal im, xezal im, xezal im, xezal im
Ax gundo xezal xeyîdiye çima mi ra nayê lê, oy oy ax
De lê lê lê lê, wezê xezal im, xezala xwe ra vê zozanê
Pez hatiye zena gundo mîdotinê dilê mira berx berdanê
De bira Xwedê qebûl neke dê û bavê di mi ra heft saliyê vir da
Dilê mi te hebû kurê xalê, gelo çima lê wez nedamê
De wê destê mi girtine dane kotî şindokî dewarî mêra, kereşivanî malê gidiyê ax
Were deyndar im, deyndar im, deyndar im, wezê deyndara bejna te me gidiyê
lê lê, ax