a photo of Reşo

Reşo

Yar Bêylim

Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo Dayê ev çi hat serê me dayê Çend û çend salan berî wiyan Li ser çiyayê me şerekî mezin hebû Di wî şerî da kalik û bapîrên me serê xwe dan Wext hate vî wextî Dîsa li ser çiyayên me kesk û zer şîn bû Ji bo wê em jî ketin vî şerî Êêê.. niha ji te ra dibêjim dayê Mirin xweş e an jîyan Bêje dayê bêje Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo Hat kerwanê kerwanê kerwanê Hat kerwanê Gergeran Hat kerwanê Hêrikan Hat kerwanê Koçgîran bêlimo Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo Welle tu gunek î lawo lawo Tu gunek î lawo lawo Welle tu menale Berxê min lo Welle tu hesret î Tu hesret î lawo lawo Ar berdan canê we Dijmin reş bû Wî de malê malê malê Wî de malê malê malê Ne lê tu nedan Şayê dane kalê Wî de mîran mîran mîran Nê le caran tirk ji me ra nebû cîran Tu mala xwe barke were Macîran Li cem min bibe cîran Wi de malê malê malê Wi de malê malê malê Ne lêê tu nedan Şayê dane kalê

Bêjebêje © 2015-2024