a photo of Reşo

Reşo

Zerdûşt

Erê Hurmuz tu hatî Bi xêr û xweşî hatî Li welatê şevêzeng Tu roja nûhilatî Îro pîr hate Laleş Ronahî da şeva reş Li asmanê çîk sayî Cot xuya bû roja geş Pîrê min Zeradeşt e Şûn warê wî bihişt e Hemî rûbar û kanî Hemî seyran û geşt e Îro şêrîn Newroz e Pîrê min bi koloz e Barê wî bi Laleşê Bergeha wî pîroz e Pîrê min çendî ciwan î Pîrê hemî merdan î Bi xemla xwe ya pîroz Ronahiya çavan î Erê Hurmuz bihar hat Ehrîman çû ji welat Bo welatê şevtarî Tu yî roja nûhilatî Gotin: Dildar Şeko

Bêjebêje © 2015-2024