the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Reşoyê Gopalan

Ferzende Beg

Asyayê bi sê denga bang dikir, digot: Lê lê Besrayê, rebenê, sibe ye Şerek li me qewimî Li ber sûr û bedena Selîm Begê Li hewşa kafirê Emirtûman Ji êvara Xwedê de Asyayê digot lê lê Besrayê Agirê Helebê bi derê mala bavê te ketê Tu here li ber çoka Ferzende rûnê Bêje Ferzende, mala te xirab be Mala min jî pê re Te digot, " Ez Ferzende me Ez bavê Elfesya, siyarê Eznawir Xwedanê çapilya piçûk im Li welatê Tirk û Farisan de Mêr li ser min re qet tune ye." Ferzende digot Besê Bila agirê kulê bi derê te keve Li pêşiya me leşkerê Kelb kurê dêlan e (navê fermandarê Îranê Kelb Elîxan Nexsîwan e) Ecem e bê dîn û bê îman e Li ser serê me gurmîniya topan e Giregira tomotîkên makîneliyan e Nade me molet û ti eman e Ez ê bi cotê gulê vî zalimî birîndar im Eva ne şerê Hesenan e, ne şerê Heyderan e Ne şerê duwanzde bavê eşîran e Ev şer, şerê tev Kurdan e Ez ê bi gula tomotîka vê kafirî birîndar im Destê min tetika Modoliyê nagire Heyfa min nayê li kuştina mêran û şêran Heyfa min tê li wî heyfî Çar zabitê vî kafirî Li ser me re sekinîne Ji milê Silêmanê Ehmed Bavê Kazim standin Modoliyê De lêxin bavê bavê min o lêxin Sûslemeyan ji stûyên xwe bînin Qûndaxên Martelî û Çapeliyan li erdê xin Em hene ji berê û paş de dijminê Romê Qaçax û fîrarê dewletê ne Berxê mala Emer in Mezin û biçûkên me rabûne ranebûne Mirîd û canfîdayê mala Şêx in (Şêx Seîd) Le belê ji êvara Xwedê ve Li gohê min xweş tê Dengê gula topê li me sil kir Sewtêna mîrata vê boriyê Gule û barûdê vî kafirî Li me dibare dayê mînanî Tevana gelo li ber taviyê Ji êvara Xwedê de teyrê ecelê Li ser serê me Kurdan re digerîne Li welatê ‘ûçincî ordiyê’ de Mêr di ser min re qet tune ne Eva ne şerê Hesenan e Ne şerê Heyderan e Ne şerê Cibiran e Ne şerê Sînikan e Ne şerê duwazdeh bavê eşîran e Eva ecem e ‘bêşincî mezheb’ e Ne dîn e ne îman e Li qarşî şerîeta Mihemed Li hember me disekine Ji me re dixwîne meydan û ferman e Ji êvara Xwedê ve Cinazê Silêmanê Ehmed Bi tevî komê Hesenan ve Gelo li pêş miqabilî çavê min e Ezê bi sê gulê tometîka vî kafirî Birîndar im Destê min têtikê mîrata modoliyê Modoliyê nagire dayê rebenê Pêçîka min a şahidê li min nagere Heyfa min nayê li kuştina mêran û şêran Heyfa min tê li wê heyfê Çar heb ji tixayê vî kafirî Li ser me re sekinîne Ji milê Silêmanê Ehmed Bavê Kazim digirtin Dixistin tifinga Modoliyê Le Axao wile nabe bile nabe Îşev sê şev û sê roj e Şer ketiye ser milê Keremê Qolexasî Mêrekî çê tê kuştinê Bi du gula birîndar e Bi sonda mezin sond xwariye Tê kuştinê lo bira jê venabe Erz û eyalê Mala Emer Îşev sê şev û sê roja Li kavila Îranê digere nagere der nabîne Ji xwe re li ser pişta kihêl û malekiyan Lo bira peya nabî Kerem dibê wez Kerem bim Ez Kerem bim Ez firar û qaşqûrê mehkûmê Dewletê bim Berxê Mala Emer bim Ezê bi maleka weka Mistefa Begê re mal bim Bi şêr û pilingên gurxwar re heval bim Evî kafirê li bira qesr û qonaxê me girtine Ji wekî me gurxwaran re Ji maleke wekî mala Emerê Gulîxwur re Dibên tivingên destên xwe daynin Hela binêre li van tixa û qancarên Eceman Li van sêrbaz û bêsinc û papaxgeniyan Li vê Feleka malikmîrat a şaşdêran Ecem bûye mêr û dibêje tifingên xwe daynin Teslîmê çelengên me bin De lêxin bavê bavê min o lêxin Sûslema ji stûyê xwe daynin Qûndaxên Martelî û Modoliyan li erdê xin Em hene ji berê û paş de dijminê Romê Qaçax û fîrarê dewletê ne Berxê mala Emer in Mezin û biçûkên me rabûne ranebûne Mirîd û canfîdayê mala Şêx in (Şêx Seîd)

Bêjebêje © 2015-2024