Rewan Ettî
Dîsa Ji Nû
Dîsa ji nû bê hal e dil
Saqî werîn cama zucac
Muştaqe xemra ale dil
Lê xweş anî bit mizac
Saqî ku dêm mehweş bitin
Kakul ji şêva reş bitin
Qerqef bila ateş bitin
Em dê bi wê dil kin îlac
Şahid hezar reng xemilîn
Reqs û sema pê kemilîn
Îro Mela em sed dilîn
Saqî werîn Cama zucac