the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Rewan Ettî

Xewnên Zarokan

Bûye Tarîyek bê dawî jîyan Çîrokên ji bîr kirî her deman Qêrîn û Lorîn ji Dayikan Şikestîne Xewnên Zarokan Yan Kuştin , Yan jî xwîn Yan Hewar , yan jî axîn Yan Mirin , yan Birîn Kes nemaye me bibîn Xwîn ji dil û can diherike Reş kirin Navê Mirovatî Nizanim çi Jîyanek e bi agirî Xwîn dil bûye bi sirtî

Bêjebêje © 2015-2024