a photo of Rewşan Çeliker

Rewşan Çeliker

Bavêm

Dema bavê min hîn sax bû Şevek ez çûm cem, dil bi pirs bû Min got bavo xelk dibên hûn mihacir in Bê ax û qad û bê mal in Ka metên me, pismamên me Ka rez û dehl û darên me Radimûsim herdû destên te Qey tune bû sêv û gêlasên me Bavê min got wer keçkoka min Ez kalekî heftê û heşt sal im Got kê dîtiye kalê bi guhar Kê dîtiye pîra bi xirxal Emir diçe weke par û pêrar Em teyrên xerîb koç dikin hercar Min got bavo qet neçûme welat Nedîtime qet berfa sibat Şevên dirêj, çîrokên civat Nelîstim pêncok û xar û kaf Ber derê xelqê weke xerîb Bê dost û yar û bê hebîb Rojek bê tirs û bê pirsan Nebûm mêvana ap û xalan Destê min girt, xist destên xwe Got yê koçber , feqir û jar e Got kê dîtiye kalê bi guhar Kê dîtiye pîra bi xirxal Emir diçe weke par û pêrar Em teyrên xerîb koç dikin hercar Gotin û Muzîk: Rewşan Çelîker

Bêjebêje © 2015-2024