Skip to main content
a photo of Rewşan Çeliker

Rewşan Çeliker

Destmala Min

By: Ciwan 146.2k BB · Top Contributor

Destmala min şalikê reş e Kewam kubar tê dimeşe Kul birînêm çavên reş e ezîzêm Ka destmalê herne malê Xewna şevê çavên reş e ezîzêm Ka destmalê herne malê Destmala min eşarpband e Ne min par va nîşan da te Ezîz were min birevîne şîrînêm Ez ê bibim bermaliya te Xewna şevê çavên reş e ezîzêm Ka destmalê herne malê Destmala min şalikê şîn e Lawik were min birevîne Tu destmalê ji min re bîne ezîzêm Belek çavên min bibîne Xewna şevê çavên reş e ezîzêm Ka destmalê herne malê Berhevker: Gomidas Vartabed Çavkanî: Şêroyê Biro

Bêjebêje © 2015-2026