a photo of Rewşan Çeliker

Rewşan Çeliker

Gulîzera Min

Gulîzerê dengê te tê ji hêla dûr va bi Kurdî Kubra delal, sedaya şêrîn ez helandim li vî erdî Sedaya te tê Gendî mîna deng û sedaya gozelkewê Dengê te bûye teyredeyek e Bi perwaz e li nava hewayê Dengê te tê Dixulxule mîna aveke kaniya zelal Hezar hezar kurdên cahil Li te mane heyr û metal Gulîzerê Gulîzerê dengê te tê ji hêla dûr va bi Kurdî Kubra delal, sedaya şêrîn ez helandim li vî erdî Gulîzerê tu dibêjî 'Her kî ji dilan dil hebandiye' Ay tu çi zanî te li vir Dilek li ser xwe nehelandiye Gulîzerê, tu li wir distreyî Tu dibê 'yar gul, yar gul' Ay tu çi zanî yek li vir Li ser te nebûye şarûr û bilbil Gulîzerê dengê te tê ji hêla dûr va bi Kurdî Kubra delal, sedaya şêrîn ez helandim li vî erdî Gotin/Helbest: Fêrîkê Ûsiv

Bêjebêje © 2015-2024