![a photo of Rewşan Çeliker](https://s3.eu-west-2.amazonaws.com/bejebeje.com/artist-images/972-s.jpg)
Rewşan Çeliker
Kirasê Te
Kirasê te meles e, ha wer lê
Min dabû ber meqes e, can û can, can qurban
Îro min dostê xwe dît, ha wer lê
Por sor û çavên reş e
Can û can, can qurban
Kirasê te medirum e, ha wer lê
Hurik hurik didirûme, can û can, can qurban
Heçî yara wî tune, ha wer lê
Ji herdû dinyan mehrûm e
Can û can, can qurban
Kirasê te heft reng e, ha wer lê
Kirasê te heft reng e, can û can, can qurban
Li gundê me govend e, ha wer lê
Li gundê me govend e
Can û can, can qurban