a photo of Rewşan Çeliker

Rewşan Çeliker

Taxa Filla

Ne min go ji te re em neçin taxa van filan Were diyarê werdekan Were diyarê werdekan çavên bi kilan Memikê wana sêv in wek top û gulan Welle wê ji me bibin Bille wê ji me bibin meheba dila Çend car min got ji te re em neçin taxa wan Bejina wan zirav in Bejina wan zirav in mînanî hêlan Kenê wan dirijin ji dev û lêvan Welle wê ji me bibin Bille wê ji me bibin ax dîn û îman Hin ji wan cotecot in, hin çareçar in Hin ji wan qey bi dost in Hin ji wan qey bi dost in hinek bi yar in Hin ji wan rûkê wana sêva ser dar in Hin ji wan min çinî hişt Hin ji wan min çinî hişt hinek min xwar in Ax min rû kur kirin simbêla berdan Tu ji min bawer bike Tu ji min bawer bike bike biguman Çi dîn îman hebû ew jî min berdan Tizbiya destê min jî Tizbiya destê min jî ma li taxa wan Gotin: Meleyekî Kurd Ji Qamişloyê Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024