a photo of Rewşan Çeliker

Rewşan Çeliker

Xwe Neveşêre

Xwe neveşêre kubar ser rûkê hêlîn e Tu pir delal î canê rûyê te zêrîn e Tu rû qurmizî, wek sêvê Xelatê Tu xeber şekir î, lêvê te hungivîn e Roj li min bûne sal bo te şêrîn yarê Dil dike nale-nal derman bike kubarê Zerya min çavxezal tû yî bûka tarî Çavê min bûne newal tu wer bikewîne Ez ne xerîb im kubar keçekî gundî me Ez evîndar im bawerke ez ne xwînî me Çavêm qerimîn ji te bêhêvî me Birînê min gelek kûr in tu wer bikewîne Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv

Bêjebêje © 2015-2024