Reza Mostafazadeh
Li ser rêka te dilo
Di ser rêka te dilo çend salan ez rûniştim.
Ne bi xencer bi derdan te zalimê ez kuştim.
Li nav baxçê dilê xwe yarê'm ez te diçînim.
Wekî firatê dîn im,tirsim demê te dibînim.
Li nav baxçê dilê xwe yarê'm ez te diçînim.
Rûniştim li hêvya te dilo ta rojhilatê.
Ey zalimê bêbextê çima îro nehatî.
Li rondikên çavê min wekî dîcle û firat e.
Ji derdê te ez nexweş im li min napirs î carek.
Sed bar dan ser milê min tenê min hebî yarek.
Wekî firatê dîn im,tirsim demê te dibînim.
Li nav baxçê dilê xwe yarê'm ez te diçînim.