a photo of Rêzan Osê

Rêzan Osê

Silavên evînî

Silavên evînî ji te re dişînim Xweşiya dilê min ku ez te bibînim Kevokên evînî ji te re difirînim Ji bona te Nûra, ez tim bi axînim Silavên evînî ji te re dişînim Xweşiya dilê min ku ez te bibînim Kevokên evînî ji te re difirînim Ji bona te Nûra, ez tim bi axînim Navê te li ber dilê min pir hêja ye Soza te li ba min gelkî buha ye Evîna xelkê bi ziman û çava ye Evîna min û te ji herdû dila ye Navê te li ber dilê min pir hêja ye Soza te li ba min gelkî buha ye Evîna xelkê bi ziman û çava ye Evîna min û te ji herdû dila ye Ger tu dûrî'm diçê, riya min dûr e, Nûra Êş û kul û birîn, derdê min kûr e Jiyana min dûrî te, bawerke zor e Felek li min xayin bû, bêxtê min kor e Ger tu dûrî'm diçê, riya min dûr e, Nûra Êş û kul û birîn, derdê min kûr e Jiyana min dûrî te, bawerke zor e Felek li min xayin bû, bêxtê min kor e Silavên evînî ji te re dişînim Xweşiya dilê min ku ez te bibînim Kevokên evînî ji te re difirînim Ji bona te Nûra, ez tim bi axînim

Bêjebêje © 2015-2024