Rêzan Şîrvan
Keçikê Canê
Keçikê dînê xwînşirînê
te ez kuştim vê evînê
Kirim Mecnûn berdam dunê
ez digerim Leyla'm kanê !
Kurriko dîno min negere
ez ne dûr im nêzê te me
Ger ez sax bim ger ez bimirim
her du dunya ez para te me
Way felekê em bextê te ne
tu nekeve nav dilê me
Zaten reş e qedera me
vê carê ji me ra bikene
Min birevîne min birevîne
kuro lawo min birevîne
Dilo û canê xwe mi bihebîne
ser min ra kesî nebîne
Keçikê canê te birevînim
te xwe mar kim dilê xwe şa kim
Soz didim te soza Xwedê
ser te ra kesî hez nakim