the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Rizayê Elî

Dîwarê Şamê

Eman eman eman, êrê dînê minê diyarê Şamê şamşîratê Ema vê sibê herine diyarê Şamê şamşîratê Erê kurmal de tu rabe vê sibê kavilê gunda şerê w bade bide we lê berê latê Lo de tu rabe şerê bade bide wê we berê latê Heçî kesê kavilê gunda orta du dila çar çeva da xeber dide belkî Delaliyê malê bimre, mala wana here lo ber mîratê Alê tu dîn î, tu dîn î, tu dîn î, tu dîn î, tu dîn î A teresê kavilê gunda da tu dîna ser me, xwe ra nahebînî Eman eman eman, eman, eman, êlê kurmal De tu rabe vê sibê serê xwe bişo ava sar e Wey kurmalê vê sibê eyniyê dayne guliya hûr vegire ve lê çil î çar e Mi go eyniyê dayne guliya hûr vegire vê lê çil î çare De tu vê sibê bejna bilind, çev biriyê belek, dev lêvê şekirî Ramûsanekî mi evdalê Xwedê kerem ke Minê bihîstiye kalebavê te ne li mal e Êlê tu dîn î, tu dîn î, tu dîn î, tu dîn î, tu dîn î Ay kurmalê kavilê gunda da tu dîna ser me, xwe ra lê nahebînî Eman, eman, eman, eman, eman Êlê kulmal, de tu rabe Vê sibê serê xwe bişo, avê nerêj Wey kulmalê, de tu rabe Kavilê gunda serê xwe bişo, lo avê nerêj De kavilê gunda eyniyê dayne guliya hûr vegire lê kinedirêj Mi go guliya hûr vegire, lê kinedirêj De vê sibê bejna bilind, çev biriyê belek Ramûsanekî evdalê Xwedê kerem ke Çi mal da, kotiyê bavê xwe ra nevê Alê tu dîn î, tu dîn î, tu dîn î,tu dîn î, tu dîn î A teresê kavilê gunda da tu dîna ser me, xwe ra nehebînî

Bêjebêje © 2015-2024