the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Rizayê Elî

Evdalo

Herê evdalo, evdalo, wa Miftekala şewitî darî biya ye Evdal Miftekalî xopan darî biya ye Êvar e roj di Qolîbaba da wergeriya Êvar e roj di Qolîbaba da wergeriya Zergê kutaye quntarî çiya Rabe kulê tê bikevî mala Sedê Silikê, Mistê Kalo binalî Li berana, beranê pezkûviya Vê êvar da çîçikek kendalê avê bi dêz ketiye Li fenanî ticarekî Helebê bikeve nav da gelta bibjêre navê jinya Evdal im, evdal im, evdal im, evdal im, evdal im Lo lo evdal tu yî, wê wê, sefîl wez im Erê evdalo, evdal, Miftekala şewitî wê bi hez e Evdal Miftekalê xopan wê bi hez e Êvar e roj di Qolîbaba da wergeriya tê dibeze Êvar e roj di Qolîbaba da wergeriya tê dibeze Xizerkê daye di xêliyê bûkê teze Mi go kulê tê bikevî mala Sedê Silikê, Mistê Kalo De mi go were, vê êvar da çîçike kendalê avê bi dêz ketî Mi go mêra me dikuje, heyfa me vedike, heyfê kevn û teze Evdal im, evdal im, evdal im, evdal im, evdal im Lo lo evdal tu yî, wê wê, sefîl wez im

Bêjebêje © 2015-2024