the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Rizayê Elî

Kêrza Şewitî

Êlê Kêrza şewitî wê bi jor e Lê Kêrza xopan wê bi jor e De vê sibê kaxizekê şande pey kekê Koloz Begê siwarê Nenê wê wê her tim zor e A nêynim, nêynim, felek nêynim De mi go kaxizekê şande pey kekê Koloz Begê Siwarê Nenê, hê hê hê, lê her tim zor e De gava şirît avêtine gerdena kekê Koloz Begê siyarî Nenê Lê xwîn gevez e, lo qapût sor e A nêynim, nêynim, felek nêynim Êlê Kêrza şewitî vê wê bi stirî Lê Kêrza xopan wê bi stirî De mi go gava şirît avêtine gerdena kekê Koloz Begê, siyarê Nenê Êlê gulî ji hewara xwe desmal hilda lo têr digirî A nêynim, nêynim, felek nêynim

Bêjebêje © 2015-2024