the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Rodî

Azad

Diyarbekir bajarek çi baş e Diherin diherin çi zalim aş e Ez hîna nemirîme canê min xweş e Tu jî baş bizane va dirêj meş e Kêfa min reviya, riya min kaş e Ma tu nabînî qey çavê te şaş e Dengê xwe bilindke, heqê te jî hey Kêr hat ser hestiy e, zulim nameşe Bi kurmancî xeberde Ciwanan azad berde Siya xwe ne li serde Hawadîsê reş hene televîzyonê da Perîşaniya me dîsa di nav rojevê da Telefon lêxist, şiyar bûm ji xweê Hevalê min go keko tu nemînî xewê da Hêrsa min rabû, destê min lerziya Tofanekî mezin hatiye ser me da Mal xirap ji hebûna xwe ditirsiya Bombekî teqiya, di nav dilê min da Li ser kursiya qahwê runiştim Rojname dixwinîm, nivîs min kuştin Ketim nav xeyalê, li halê xwe dinêrim Xwîn bi xwînê çi wext hatiye şuştin Ew çi zalim in te cahil xistin Navê te kurd e, zimanê te kuştin Tu niha vê rastiya xwe qebul nakî De bes e çavê xwe veke çi ji te ra îştin

Bêjebêje © 2015-2024