the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Rodî

Bes e

Xebera reş zû bihîstin Hatin deriyê min xistin Ez jî wek wan tirsiyam Agir mala min xistin Ezraîl hat canê te Te bi wîra rêxistin Bes e dilê min bes e Bela serê min bes e Tu çi dibêji bejê Rast e dilê min rast e Tabutekî ji text e Çûyinekî bêwext e Rakirin ser milê xwe Qeder çiqa bêbext e Te kirin nav axa sar Her tişt sexte ye sexte Fotoğrafê min û te Li diwarê bêdeng e Bi dû koçkirina te Xanî li min pir teng e Xwazî tu li ba min bana Jiyan bê te bêreng e

Bêjebêje © 2015-2024