the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Rodî

Şans

Şans neda min mal mêrad Karê min qey rast nehat Ne xêr dî ne jî mirad Hatim ser pişta sirat Baş e çavê min baş e Va keyda, keyda xweş e Tu birîndar, birîndar Qedera te jî reş e Xwedê sebir bide te Çawa be va halê te Her roj wiha derbas nabe Rojek vebe şansê te Av li arê te keve Ser sînga min rakeve Welle billeh sond dixwim Destê min te nakeve

Bêjebêje © 2015-2024