the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Rodî

Tazî

Dinya destê dizane Feqîrê min çi zane Bê zar e bê ziman e Halê wî perîşan e Xem, xem, xem şevê xem Rojê xem êvarê xem Her dem û her gavê Bes e ewqasana xem Tazî hatim tazî çûm Di nav çîroka xwe da Tenê hatim, tenê bûm Di nav dîroka te da Îro yekê mehê ye Çar û nivê şevê ye Min di xewna xwe da dît Gelê min azad bûye Jiyan çi hîlebaz e Çi rast e, çi ne rast e Wekî her carekî din Filîm qedya xilas e

Bêjebêje © 2015-2024