the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Rodî

Vegere

herdem ji te hêvî me, ez mihtacê te me mahrum neke gune me, bê te mam, bê çare me derdê xwe bêjim ji we ra, çare bibînin jê ra kî min sêwî xist vira, şeva min ma bê çira çû evîna dilê min çû, germiya tavê min çû, roniya çavê min çû çû evîna dilê min çû, roniya çavê min çû, germiya tavê min çû derdê xwe bêjim ji we ra, çare bibînin jê ra kî min sêwî xist vira, şeva min ma bê çira sal 999 e yekê Eylül roj Çarşem e, ez û wî em çûn bajarê bûn mîvanê nexweşxane, doxtor ji wî re got ey nexweş! derdê te derdek nebaş, bona te ez bikim sevaş belkî dewa bike, belkî dewa bike sakin sakin û yevaş derdê xwe bêjim ji we ra, çare bibînin jê ra kî min sêwî xist vira, şeva min ma bê çira Ew da cevaba doxtor; eger çare derdê min nebe hikm û qedera min ew e, gazî dikim roj û şev e destê xwe nede ser birîna min, berde bila xwîn jê here çûyîn çi ferq dike ha îro ha sibe got û çû çavê xwe girt, tim bi tim çû

Bêjebêje © 2015-2024