a photo of Rojan

Rojan

Pepûley Azadî

bo mezarî awatî dil toy newgulî eşq û wefadarî bo gulşenî pirrgulî jînim toy awazî dildarî le behrî bê pey jiyan, eşqî to le dil keştî awatim bû xoşewîstî û mêrî to germî jînî min rêgay necatim bû le bîrit çû ew şewe asmanî jîn estêre baran bû melî ruh le eşqî to ey wetenim, mest û qezelxwan bû were dîsan ba le nû weslî eşqî to bimxate ronakî rû bikeyne qibley weten, sermest û sefa, herdu be dillpakî pepûley azadî naw baxçey dilldarî û eşq û sefa bû be xwa zor heyfe golê min becarî le yek ciya bûn le behrî bê pey jiyan, eşqî to le dil keştî awatim bû xoşewîstî û mêrî to germî jînî min rêgay necatim bû bo mezarî awatî dil toy newgulî eşq û wefadarî bo gulşenî pirrgulî jînim toy awazî dildarî le behrî bê pey jiyan, eşqî to le dil keştî awatim bû xoşewîstî û mêrî to germî jîn û rêgay necatim bû

Bêjebêje © 2015-2024