a photo of Rojda

Rojda

Ehmedê Mala Mûsa

Ax heywax li min, heywax li min lê mala minê Heyfa dilê min mehkûmê, min rebenê lê dil ketinê Ehmedê Mala Mûsa çawa mi dixwazî lê mi nadinê Hûnê çawa bikûjin xweşmêra ji bo xatirê mi rebenê xweşik jinê Heywax li min heywax li min mala minê Heyfa çavên reş û belek hûn dibînin îro ax ketinê Ax.. dayê Ehmedê Mala Mûsa çi xweşmêr e, hunermend e lê, tembûrvan e Tesbîhê di destê wî de ji kevrê şadî, lê ji kehreban e Ew mêrxasê xweşmêra nekuje bi Xwedê ezê bêjim: Ew e mêrê bi sed mêran e Ew nemerdê Ehmedê min bikuje hawar ew ji bera gur û rovî lê xayina ne Ax.. dayê pêre hatî cejn û îda vê Qurbanê Keçik û kurikê me derketin govend, şahî lê vê dîlanê Salihê pismamê min bang kir got: Te por kurê Ehmedê Mala Mûsa birîndar e li aliyê le di eywanê Gava ez çûm mi bi çavê serê xwe dî, hawar e dayê Dilê min şewitî lê agir danê Heywax li min heywax li min mala minê Heyfa çavê reş û belek dibînin hawar, dibînin ax ketinê Gotin û Muzîk: Gelêrî Çavkanî: Seîd Axayê Cizîrî Berhevkar: Şivan Perwer

Bêjebêje © 2015-2024