a photo of Rojda

Rojda

Gulê

Ne tîr û ne xençer bû Ne mar û ne ejder bû Bêhna Gulê ez kuştim Ne şûr û ne şeşderb bû Ne kanî ne robar e Dinê êvar û sar e Rûyê Gule ez kuştim Erd hevraz e û xwar e Dinê bêdeng û zer bû Û tirba min li der bû Çavên Gulê ez kuştim Ne êrîş bû ne şer bû Gotin: Kamîran Alî Bedirxan Aranje: Mustafa Bîber

Bêjebêje © 2015-2024