a photo of Rojda

Rojda

Lawê Min

Lawê min bûye hevalê Egîd, lawê min Lawê min bûye şervanekî herî mezin Digere li nav deşt û çiya, lawê min Lawê min bûye teyrên baz Li serê çiya difire, lawê min, berxê min Te dilê dayika xwe pir şa kir Te dilê dayika xwe pir şa kir Were were lawê min Were were dilê min Mizgînî bide min Bêje welat azad bûye Bêje welat şer xilas bûye Bêje welat aşîtî bûye Bêje welat zilm û zorî, xelas bûye Lawê min, berxê min Tu roniya dayika xwe Tu hêviya dayika xwe Lawê min min te mezin kir Lawê min bi hêviyek, gelekî mezin Lawê min min go tu tim serfiraz bimeşî Lawê min ez te gelek dilxweş im Gava te xatir ji min xwest -Ax derew nakim lawê min- Piçek dilê min şikest lawê min Ew çax min zanî lawê min mezin bûye Xatirê dayika xwe dixwaze Lawê min, berxê min Çiqas dayika te ji te gelek hez kirî Min te têr hemêz nekir Min bêhna te nekişand nava dil û cîgera xwe Were were lawê min Bêje bêje lawê min Mizgînî bide min Bêje welat azad bûye Bêje ez têm dayikam Bêje ez têm dayikam Ez benda te me Ez hêviya te me Ez benda te me Ez hêviya te me Lawê min, berxê min Tu roniya dayika xwe

Bêjebêje © 2015-2024