a photo of Rojda

Rojda

Lê Lê Dayê

Lê lê dayê ez rêwî me Rêkam dûr e dixwazim herim Ez dizanim tu dilşewat î Bextê te me tu megîrî Wey xerîbî tu çiqas zor î Destê xwe bide ez bi gorî Serê xwe daynim ser çoka te Min re bêje, berxê?m lorî Dilê dayika min dikele Wek wolqanên bilindê çiyan Avên çavan bûne kanî Ew paqijiya dilê dayîkan Wey xerîbî tu çiqas zor î Destê xwe bide ez bi gorî Serê xwe daynim ser çoka te Min re bêje, berxê?m lorî Ax lê dayê, xerîbî zor e dayê, lê dayê Roj berbangê te bibînim Derdê dilê xwe birijînim Min hembêz ke bişidîne Ax lê dayê tu şêrîn î Wey welato tu şêrîn î Wey xerîbî tu çiqas zor î Destê xwe bide ez bi gorî Serê xwe daynim ser çoka te Min re bêje, berxê?m lorî

Bêjebêje © 2015-2024