a photo of Rojda

Rojda

Sal Çû

Sal çû zeman borî Sal çû ji emrê min çû Ez bûm xeribê civanîyê Ez dûr ketim çiya û banîyê Çima digrî dilêm çima digrî Ji bo rojên berê xwezla bi xwezî Ez biçûk bûm, gundê xwe bûm Ez zarok bûm bi kêyf bûm Nav axa xwe da ez azad bûm Çima nema jîyana min berê Çima digrî dilêm çima digrî Ji bo rojên berê xwezla bi xwezî Min xewnek dî xewnek rast Ez şîyar bûm pir eşîyam Min xewnê de dî gund u banî Tên şewtandin çiya û banî Tên şewtandin dil û cîgeram Çima digrî dilêm çima digrî Ji bo rojên berê xwezla bi xwezî Negrî negrî dilêm tu qet negrî Tê ew roj bê dilêm tê Ew roj bê

Bêjebêje © 2015-2024