a photo of Rojda

Rojda

Wey Dil

Mîro mîro mîro mîro mîro mîro mîro mîro Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil Lo rebîyo xwedê xirab bike dilê bê dil, fenanî gakî bê werisî bê cil Fenanî kirasî qolî bê mil, fena dara bê şalûl û bilbil, fenanî xasbexçekî rûtî bê gul Bila dilê rezîl bi dil be, tûrê parsê li mil be, parsa meriv ne li vir be Nava dazdeh duvalê ecnebî, ûrisan li mala Emerîkanê gewir be Parsa meriv birije, tûrê meriva ê qûl be, meriv li ber dîwarê evda be Meriv xwedî kerî nanê garis û cê di gilgil be Ber seryê meriv kevir be, malxirabo ser rexa meriv gunî be, bin rexa meriv postê jûjî be Tek bila di dêrisê gundan de, dilê rezîl bi dil be ax dilo hey dil Tu nizanî min di got qey tu mêrî, tu camêrî, min di got kotiyê mêran ne li mal e Tu şeva îşev bişkênî camê camekanê şûşe û penceran, zirza derî şeva xwe di nava taxima sîng û berê min esmerê de bibihorî Min nizanîbû tu ne mêrî, ne camêrî, tu ji miskînê heramê mêrê min newêrî Tu nizanî ez ê ne azeb im, ne bi mêr im Ka melê gundan, de ez ê bi kaxit û bi nivişt im, bi seyr im Tu dêhna xwe bidî vê sivengê ez dikim herimê Lawikê min bû girtiyê taşxana Diyarbekir Ez ê vê sivengê dikim herim Dîtina xelkê xwe wey têlî delalê, şebabê, potê Gelo vê sivengê , malxirabo ji tirsa heramê miskînê mêrê xwe newêrim Ez ê vê sivengê , malxirabo ber tirba erebê reşê lêv deqandî, xîmê binê beriya tewr a jêr im Hey dil hey dil hey dil ax hey dil hey dil dilo hey dil Herêm: Serhat Çevkanî: Dengbêj şakiro

Bêjebêje © 2015-2024