the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Rojhan Beken

Xweşikê

Spî boz e destê wê Wek ezman e çavê wê Ji bo min e stranê wê Gul vedibe di zimanê wê Nabêje lê nabêjê Ji min hez dike Hez dike ji min nabêje Fedî dike Xweşikê ax xweşikê Ji min hez bike rojekê Keçikê ax keçikê Şûna te bû vêdekê Ewrê spî destê wê Reşê tarî porê wê Heyrana bedewa wê Wek spîndar bejna wê (Dîsa ji "Nabêje lê nabêje"...)

Bêjebêje © 2015-2024