a photo of Rotînda

Rotînda

Ar

Ji bo Dayikan? Hîn jî can diçin, hîn jî can didin cangoriyên welatê min hîn jî can didin her yek sterkin li ezman ronî dikin tariya dilan (şevan) dîsa can diçin, dîsa can dîsa can digrîn, dîsa can dema dibînim dayke kî diaxifim bi wê re mijar tim hevalin, ka dijên an şehîdin çavên wê tijî dibe, dilê wê zîz dibe ger ku hêstir neyen xwarê jî diniqûtî nav dilê xwe Daykên şehîdan bi hurmet we himêz dikim maç dikim wan destên we jana dilê we baş dizanim kerîkê ji canê we nin (lê çi tê ji destê min) tenê dibêm serbilind bin serfiraz û bi sebir bin Hîn jî can didin, hîn jî can diçin cangoriyên welatê min hîn jî can didin wan bi keda xwe avakirin rojên digên azadiyê? Şehîden me bêhempa nin ar û rûmeta mezin in vejîna jiyana paqij hebûn û keda me nin Distînin dil û cegeran weke agirê pizot e bîr û baweriya me nin nîşana serkeftinê?

Bêjebêje © 2015-2024