a photo of Rotînda

Rotînda

Çarçella

Dimeşî dimeşî naqedin çiya Pir bilind in Zagros bi qasî xwedan Kurêjehro Govendê Cîlo û Çarçêla Sê perçê Kurdistan digêhêjin hev li vira Ne Îskender ne Tîmûr ne ?Erep ne Fars Dest hildarî nestandin li ser van çiyan Her ku serê gelê Kurd ketî tengasî Hilkişiyan Zagrosan ji bo azadî Konaxa şervanan î tu Çarçêla Nav girê Zagrosta ya herî delalî Çîroka Çarçêla pir bi jan e Çarçêla wek çarperçê Kurdistan e Çar demsal Çarçêla bi berf dixemilî Bihuşta Zagrosa tu yî Çarçêla Wek pola, hêlîna hevalan î Diparêzî gerîlla, bijî Çarçela Zagros cîhê zayiya mirovahiyê ye Pîroz e li vir jiyan, pir kevn e dîrok Rengîn e xweza li vir, bi xeml in zinar Şanzdeh hezar çîçek dijên li ser Zagrosan Ne Îskender ne Tîmûr ne ?Erep ne Fars Dest hildarî nestandin li ser van çiyan Her ku serê gelê Kurd ketî tengasî Hilkişiyan Zagrosan ji bo azadî Konaxa şervanan î tu Çarçêla Nav girê Zagros da ya herî delalî Çîroka Çarçêla pir bi jan e Çarçêla wek çarperçê Kurdistan e Çar demsal Çarçêla bi berf dixemilî Bihuşta Zagrosan tu yî Çarçêla Wek pola, hêlîna hevalan î Diparêzî gerîlla, bijî Çarçela

Bêjebêje © 2015-2024