a photo of Rotînda

Rotînda

Jana Veşartî

Ji bo Aten? Ger ji min bipirsin bên dildara te kî ye ez ji wan re çi bêjim? ka tu li ku yî of..! çima min fem nakî? Evîna te wekê ar min dişewitîne lê min xwe neafrandiye? gunehê min çi ye? of?! tenê ji te hezdikim Dîlê min pûç kirin min ji jiyanê sar kirin ger ku tu jî min fem nekî ezê ji dinê koç bikim girtî ne hestên min veşartî ye evîna min ax?! dilê min? te wêran kir emrê min Ketime torekê wek neçîrek bê çare ez biçim jî, dilêm nayê êdî dereng e? of?! hatim girêdan bi te re Çavên min te dîtine dilê min ji te hezkiriye min qet guhdar nakin ka ez çi bikim? of ?! dilê min te ji bîr nake

Bêjebêje © 2015-2024