a photo of Rotînda

Rotînda

Keçikê Gundê Me Çar In

Keçkê gundê me çar in Tev lo dilo lo dilo Bi barîsk û guhar in Jahr û vîn bara dilo Keçkê gundê me şeş in Tev lo dilo lo lo dilo Gewr û boz û çavreş in Bêkar û bara dilo Keçkê gundê me sî ne Tev lo dilo lo dilo Bi tof û gerdanî ne Dilo xembaro dilo Keçkê me rêşînas in Tev lo dilo lo lo dilo Bi îşlik û kiras in Way dilo haro dilo Keçkê me xwendevan in Tev lo dilo lo dilo Çeleng û merhaban in Bê cîh û wara dilo Keçkê gundê me rind in Tev lo dilo lo lo dilo Nêzdar û serbilind in Bê pişk û para dilo Keçkê me bi xeml û xêz in Tev lo dilo lo lo dilo Xav û bejin dirêj in Ey şermîzaro dilo Keçkê me şox û şeng in Tev lo dilo lo lo dilo Bi nav û pir bideng in Tîrêj bêçar e dilo Tev lo dilo lo lo dilo Jahr û vîn bara dilo Bêkar û bara dilo

Bêjebêje © 2015-2024