a photo of Rotînda

Rotînda

Sîser

Sal 1994 meha tîrmehê Sê rojên germ li geliyê Şêx Cuma Li navbera çiyayên Sîser, Kember û Kûris da Bîst teyrên çiya rih girê dan Di nava dîlana şoreşê da Hezar silav ji we re Zarokên roj û agirî Bi xemla sê bûkê serbilind Çiyayê Kember, Kûris û Sîser Berxwedana wan sê xwişkan Ketiye nava dilê gerîla Berxwedana wan sê çiyan Bi xemla sê bûkê serbilind Çiyayê Kember, Kûris û Sîser Li navenda wan diherike Di gelîyê Şêx Cuma, Çemê Gazal Ho, lêxin hevalno lêxin Bihere wa bi çar aliyan Ev gerîla tim gerîla Wek teyr in serê çiya Dikin tola sed salan Didin can û rihê xwe Mirov dixwaze tî û birçî Bijî li ser vî axê "Û ger gerînekî tê de hebe" Ew bixuye Kurdistan Ho, lêxin hevalno lêxin Xwînxwara dînin çokan Ho, lêxin hevalno lêxin Kedxwara dînin çokan Ev gerîla tim gerîla Wek teyr in serê çiya Cûdî, Zagros û Agirî Niha gihîştin Nûrhaqê Gabar, Mûnzûr û Nemrûd Niha gihîştin Torosa Ev gerîla tim gerîla Wek teyr in serê çiya Mirov dixwaze tî û birçî Bijî li ser vî axê "Û ger gerînekî tê de hebe" Ew bixuye Kurdistan

Bêjebêje © 2015-2024