the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Rûken Ji Pêlîstanktv

Wermêlî

Mamoste bo me bêje Min omîd e ji mêj e ramana Kurdistanê tu bi ciwanî darêje zane ew e ramanê ya anvê Kurdistanê xak û cihê kurdan e perçeke ji vê cîhanî zane ew e ramanê ya navê Kurdistanê Xak û cihê kurdan e Perçeke ji vê cîhanê Mamoste min hîvî ye bêje pêşmerge kî ye bo çî bi rex û çek e Pêşmerge zêrevan e li ber sÎngê dijminan e Ji bo parastina welatî ji bo e canfida ne Erê şehîd çi ne? Bo çi ev gotin e Bêje navek pîroz e Bi xwîn û leş û giyanî Wan ji me kir berevanî Bo azadiya miletî canê xwe kir qurbanî Ma ev e, çi ala ye Bilind bejn û bala ye Li ser bana li ser çiya Wisa ciwan hildaye Ew ji bo me nîşan e Xebat û berxwedan e Diruşmê gelê me ye pênasa kurdan e. Çend Kurdistanên me hene? Ew bo çi çar perçe ne? Me her êk welatek e? Yan jî hemî pêk ve ne? Zanî çar perçe çi ne çar rexêt me dijmin e Kurdistana bixêr û bêr Her êk dibêjit ya min e Erê mamoste, belê Baş ron bike vê meselê gotina te wa şêrîn e Bêje! guhê me lê Bila bila, li ser çava Rûkena can û . Bêjin bakur û başûr Rojhilat û rojava Were nexşê tu çêke Navêt wan tu lê ke sînroên hemiyan êk anku Kurdistan êk e Gotin: Veger Koremark Muzîk: Şivan Ferec

Bêjebêje © 2015-2024