the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ruşen Alkar

Dîsa Dora Me Ye

Xwînxwar li dû min bû Hiş ji serê wî çûbû Wî kengî dev li min bikira Canê xezala min diêşiya! Dibêjin, wê sibê ji îro xweştir be Lê çima xewa min nayê? Ger bêdengiya min baştir be Bo çi gewriya min tije dibe? Dibêjin, hiş bin! Dibêjin, dîsa dora we ye! Dîsa dora me ye Dor dora me ye Dîsa dora êşê ye Êş, êşa me ye! Mij li ber çavên min bû Kulm li ser devê/pozê min bû Kengî hişyar bibûma Nivîna min di nav xwînê/heriyê de dima! Dibêjin, wê sibê ji îro xweştir be Lê çima xewa min nayê? Ger bêdengiya min baştir be Bo çi qirika min tije dibe? Dibêjin, hiş bin! Dibêjin, dîsa dora we ye! Dor dora me ye! Dîsa dora êşê ye Êş, êşa me ye!

Bêjebêje © 2015-2024