the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ruşen Alkar

Kêm û Kûr

Tu bûyî derew, tu bûyî Tune bû, ji xeynî te tu rastî Tu bûyî gavên min, kevirek li ber lingên min Dikevim, dîsa radibim Rûyê te tava rihê min e Dengê te lorîk e, ji brîna min re Tu evîn î, neçe ji min dûr! Tu kulla kevn î, wek bîra kûr! Tu bûyî agir, tu bûyî Li ser singa te, xewna min şewitî Tu bûyî rêberê min Sedema ketina min Tu hebû, tu tune bû Rûyê te tava dilê min e Dengê te barê min sivik dike Tu evîn î, neçe ji min dûr! Tu êşa kevn î wek bîra kûr!

Bêjebêje © 2015-2024