Ruşen Alkar
Rabe Lawo
Rabe lawo, em herin welatê xwe
Cî meskenê cem bav û kalanê xwe
Mirin xweş e tev dost û pismamê xwe
Rabe lawo, em herin welatê xwe
Welatê bav û kalan zaf şêrîn e
Lê çi bikim ku destê min û te nîn e
Ev dilê me tijî kul û birîn e
Rabe lawo, em herin welatê xwe
Rabe lawo xwe hazir bike li çûndinê
Ji wetan şerîntir tune li vê dinê
Bav û kalên me çûn hafa mirinê
Rabe lawo em herin welatê xwe
Rabe lawo, em herin welatê xwe
Gotin û Muzîk: Aram Dîkran