Ruşen Alkar
Sînano Kirîv
Were lo Sînano lo, lo kirîva te me lo
Sînan dora Çipinî ya wêran bişewite lo, lo li ber avê ye lo
Belê wê sibekê Sînanê kirîv lê kihêle sûwar bûye
Kihêlê tîne lo, lo li ser avê ye lo
Ezê rabim tasa xwe li ava zelal xînim, bidim destê Sînanê kirîv
Ezê bêjîm kirîvo qurban tu yê vexwe ji destê lo, lo min Sakîneyê lo
Sînan qurban dora çemê Çamê lo, lo pûng û şirt e lo
Belê qirş û qalên di ber hatin lo, lo bû lêmişt e lo
Erê Sakînayî bêmamo bûye masiyek sipî ji masiyên gola Hêmo
Wele bêbavên Hudediyan tor avêtin lo, lo loji xwe re girtin lo
Were lo Sînano lo, lo kirîva te me lo
Wele şûrê Şamê lo, lo li pişta te me lo
De tuyê xema nekşîne Sakînayî bêmamo soz û qirarê dide
Ger ez bimrim ji axa sar re, ger ez bimînim lo, lo wez ya te me lo
Gotin û Muzîk: Gelêrî/Riha-Siwêreg
Çavkanî: Gulîstan Perwer