the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Sahakyan Anuş

Lê Lê Kinê

Xwezila kirasê şal bûma, lê lê kinê lê lê Xwezila sêva sor bûma, sing sedefê canê Xwezila gorê nexş bûma, lê lê kinê lê lê Xwezila lingê te bûma, sing sedefê canê Xwezila qayîşa sor bûma, lê lê kinê lê lê Xwezila pişta te bûma, sing sedefê canê Ez vî gundî mêr nakim, lê lê kinê lê lê Kofiya zêra çênakim, sing melhemê canê

Bêjebêje © 2015-2024