the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şahê Bedo

Çi Bikim

Tu buyî şer ez bûm şervan Tu bûyî dert ez bûm derman Tu bûyî av ez asîman Xelas bûm ji bo te, nemam Çi bikim zindan e nebûna te Çi bikim bûye kevir dilê te Çi bikim pir hez dikim ez ji te De were mirim ber evîna te Tu çûyî ji van deran Tu çûyî ez tenê mam Tu çûyî li van deran Tu çûyî ez xerîb mam Tu çûyî li şev û rojan Ez mirim kesî re memam Ken li rûyê min heliyan Çi bikim zindan e nebûna te Çi bikim bûye kevir dilê te Çi bikim pir hez dikim ez ji te De were mirim ber evîna te Gotin û Muzîk : Devrim Çelik - Ercan Aras Berhevkâr : Sosın Güneş Derhênerê Muzîkê : Mizgîn Ayaz Derhêner : Kemal Yıldız

Bêjebêje © 2015-2024